Bu ürünün kampanyalı satışı stoklarla sınırlıdır. Bir tüketici bu kampanya stoğundan maksimum 10 adet satın alabilir.
Çiçeksepeti kampanya koşullarında değişiklik yapma hakkını saklı tutar.
Ürünün iade politikasını öğrenmek için tıklayın.
Bu ürün Mirza Kitap Hobi tarafından gönderilecektir.
Bu satıcının ürünlerinde geçerli 350,00 TL Üzeri Kargo Bedava
Bu Satıcının Tüm Ürünlerini Görüntüle
Ürün sayfasında gördüğünüz fiyat bilgileri, satıcı tarafından belirlenmektedir.
Nivîsên Olî yên Ariyan ên Herî Kevnar Celil Dustxah / Avesta Basın Yayın Basım Yılı: 2021 ; Sayfa Sayısı: 552 ; Kağıt Türü: Kitap Kağıdı ; Ebat: 15 x 24 ; Dil: Kürtçe ; Cilt Durumu: Karton Kapak ; ISBN-13: 9786257253338 ; Yazar: Celil Dustxah ; Avesta kitêba Zerdeşt û komberhema herî kevnar a gelê arî ya olî ye ku li gor hin çavkaniyan di destpêkê de ji bîst û yek neskan (beşan) pêk hatiye ku bi derbasbûna demê re û ji ber sedemên cuda gelek beşên wê winda bûne û niha tenê ji şeş beşên bi navên Gehan Yesne Yeşt Vendîdad Vîspired û Kurte Avestayê pêk tê ku ji her yekê re defterek tê gotin. Peyva "Avesta"yê ku di berhemê bi xwe de derbas nebûye ji pêşgira navdêrsaz a "A" û lêkera "Vîste" bi wateya naskirin zanîn peydakirin û peydabûnê (ku li gel peyva "Veda" (Vîd) pirtûka hindiyan a olî hevreh e) pêk tê. Bi giştî "Avesta" weke "agahîname" yan "zanînname" tê zanîn. Girîngiya Avestayê ji bo gelên arî û bi taybet kurdan ev e ku gelek bawerî mîtolojî û çanda bav û kalên wan ên bi hezaran salan berî niha radixe ber çavan. Xebatên ku berî vê berhemê bi farisî û kurdî hatine kirin belawela ne û hemû beşên Avestayê bi hev re nehatine çapkirin lê di vê xebatê de hemû beş (şeş defter) bi hev re hatine û her wiha di beşa pêşgotinê de bi awayekî berfireh û birêkûpêk agahiyên baş der heqê Avesta Zerdeşt taybetmendî û mijarên beşan û hwd hatine dayîn ku çarçoveyeke baş li bara mezdaperestiyê di mêjiyê lêkolîner û xwendevanan de çêdike.Dîsa di dawiya berhemê de ferhengek li bara peyv û biwêjên Avestayê hatiye nivîsandin.
