Bu ürünün kampanyalı satışı stoklarla sınırlıdır. Bir tüketici bu kampanya stoğundan maksimum 10 adet satın alabilir.
Çiçeksepeti kampanya koşullarında değişiklik yapma hakkını saklı tutar.
Ürünün iade politikasını öğrenmek için tıklayın.
Bu ürün Mirza Kitap Hobi tarafından gönderilecektir.
Bu satıcının ürünlerinde geçerli 350,00 TL Üzeri Kargo Bedava
Bu Satıcının Tüm Ürünlerini Görüntüle
Ürün sayfasında gördüğünüz fiyat bilgileri, satıcı tarafından belirlenmektedir.
Roja Nu u Edebiyata Kurdi ya Geleri 1 Çirok u Serpehati Necat Keskin / Avesta Basın Yayın Basım Yılı: 2019; Baskı: 1; Sayfa Sayısı: 136; Kağıt Türü: Kitap Kağıdı; Ebat: 13 x 19,5; Dil: Kürtçe; Cilt Durumu: Karton Kapak; ISBN-10: 6052246269; Yazar: Necat Keskin; Avesta hemû tekstên edebiyata kurdî ya gelêrî ku di kovara "Roja Nû" de çap bûne berhev dike û di sê cildan de diweşîne. Kitêba yekem "Çîrok û serpêhatî" ne. Berhem ji aliyê Necat Keskin ve hatine amadekirin. Roja Nû di 1ê Gulana 1943yan de li Bêrûdê wek rojnameyeke hefteyî dest bi weşana xwe dike. Xwedî û gerînendeyê rojnameyê Kamiran Alî Bedirxan e ku wê demê di Hawar û Ronahîyê de jî dinivîse. Roja Nû ligel ku rojnameyeke hefteyî ye û bêhtir bi naveroka xwe ya nûçeyan derketiye pêş û herweha jî tenê 4 rûpel in ku nîvî jê fransî ye ji aliyê edebiyata gelêrî ya kurdî ve jî gelekî dewlemend e. Çîrok stranên gelêrî şer dûrik qewl û ayîn mamik gotinên pêşiyan ew cureyên edebiyata gelêrî ya kurdî ne ku Roja Nû girîngî bi wan daye û cih daye wan di nav rûpelên xwe de. Hê di hejmara pêşî di rûpelê serî de Roja Nû bi dûrikên li ber tembûrê dest pê dike. Ev têgihiştin raman û fikra Kamiran Bedirxan a derbarê edebiyata gelêrî nîşan dide. Ew jî wek rewşenbîrên ewropî "rihê gel"ê xwe di vê edebiyatê de dibîne û loma jî girîngiyê dide wan. Gava mirov li Roja Nû dinêre vê girîngiyê bi awayekî zelal dibîne û herweha rastî xezîneyeke edebiyata gelêrî a kurdî tê. Di nav vê xezîneyê de 24 çîrokên kurdî 95 stranên kurdî 16 qewl û ayîn 61 dûrik 2 şer lorîyek û çend mamik û gotinên pêşiyan cih digirin. Hemû mînak jî me di sê cîldan de tomar kirin. Ev cîlda pêşî ya berdest ji çîrok û serpêhatiyan pêk tê. Ya duyem dê bibe strana kurdî û di ya sêyem de jî dê mînakên din ên wek dûrik-qewl-lorî cih bigirin. Me xwest em axa li ser vê xezîneyê rabikin û bi awayekî komkirî bînin pêşî xwendevan û kesên bi edebiyata gelêrî ya kurdî re eleqedar.
